Nivîsandina bi ḧerfên dî

Nivîsandina bi ḧerfên dî ma hêja ye?

Di vê nivîsarê de ez bêhtir li ser , û ' dişteẍilim. Ji niha de karim bêjim ev nivîsar ne gelekî li ser ẍ ye.

Bi fikirê min, erê. Ti xirabî pê nîne, û kêmtir îḧtîmala ẍeletfêmkirinê heye. 'Elimîna bi riya xwendinê jî hezar caran rasttir û hesanîtir dikê û ti zeḧmetî bi nivîsandina wa nîne. Ji ẍeynî di kompuîter û mobîlan de, lê heke daxwaz hebê, çêkirina programên ji bonî nivîsandina wa ne zeḧmet e.

Ti problemên dî hene?

Erê û na. Ji ber ko ev ḧerf (ḧ û ẍ) ne belavbûyî ne û di alfabên ti zimanan de nînin ji hinek fontan kêm in, yanî di hineka de nikarin xweşik werin şanîkirin. Çara wê problemê bikaranîna fonteke dî ye.

Ev ḧerf ti carî hatine bikaranîn, tên bikaranîn, wê ên bikaranîn?

Ez bahwer dikim hûn zanin ma Hawar çi ye, kovara herî pêşî ko pê alfabeya kurdî ya latînî hate belavkirin. Li gora Hawarê (Celadet & Kamiran Alî Bedirxan), ev ḧerf di alfabê de nînin ji ber ko ẍerîb in. Lê hê jî wana di nivîsarên xwe de wana bi kar anîne, herçiqas ne di alfabê de jî bê karin werin bikaranîn.

Piçek rastî di gotina ẍerîb de heye lê ez karim 100% bêjim bê ḧ bûye qetekî kurmancî û di gotinên 100% kurmancî de jî heye. Ne kurmancî bû berî Xwedê zanê çend sed salan, lê vêce kurmancî ye û ne mimkun e werê avêştin û heke hatibane avêştin zengîniya zimanê me wê kêmtir bûbane. Li ser ' gelekî nizanim naxwazim tiştekî ẍelet bêjim lê ev jî di gelek gotinan de heye. Ẍ di hinek gotina de heye û ew jî ji zimanên dî ('erebî, hinek ji osmanî) ne lê gelekî tên bikaranîn, dîse ne mimkun e werê avêştin. Vêce wextê qebûlkirinê hatiye û derbas jî bûye, lê gelekî gelekî kêm kes van ḧerfan bi kar tênin.

Bahweriya min ew e bê di pêşerojê (wextê ko hê nehatiye) de jî wê bikaranîn halo kêm mînê lê xwestineke min heye ji mamosteyan û nivîsevanên ferhengan re. Ji kerema xwe re van ḧerfa bi kar bînin! Bi xwendinê 'elimîna gotinên nû bi şiklekî rast bê van ḧerfan ne mimkun e, ez zanim bê gelek dengên dî hene ew jî bi yek ḧerfî tên nivîsandin lê ev hersê biferq in. Ev deng hîç ne weke dengê "normal" yê ḧerfa ko pê tên nivîsandin in.

Ma wê ḧemû kes fêm kin?

Ma çima na, gelekî hesanî ne, yek karê ḧesêba wana weke bê ¨ jî bixwîne yek ê fêm kê. Meyzîne te fêm kir, min di vê nivîsarê de ew ḧemû bi kar anîn :)

Ma ḧewce ne?

Ev pirseke zeḧmet e. Ji bonî 'elimînê sedî sed ḧewce ne, û ji bonî veqetandinê jî ḧewce ne. Xwendin jî hêsanîtir dibê û heke yek gotineke ko yek nizanê bibînê, yek ê zanibê ma çawa tê xwendin :) Di vê nivîsê de "ḧ" 22 cara heye, "ẍ" 10 cara heye û ' 6 cara heye.

Herî talî 15:32, 01 tişrîna pêşiyê 2024 hate guhartin.